Cîhan
Lê Dêrezorê car din ser ges bû
PeyamaKurd- Ev demeke şerê di navbera PKKê û DEAŞê de rawestiyabû. Şer car din destpêkir û hêzên koalîsyonê yên di bin serokatiya Amerîka de, êrîşên xwe yên ser herêmên ku di destê DEAŞê de ne, di rêya hewayî û bejayiyê de zêde kirin.
DEAŞ li gelek deveran kemînên kuştinê bo PKK ê danîn. Li dora navçeyên ku di destê DEAŞê de ne, li Heccîn, Şiffe, Suseyê û gundên Bû Hesen û Bû Xatir ê teqemeniyên destan danîn. PKK jî dixwaze Dêrezorê û der û dora wê ji destê DEAŞê derxe.
Heya niha deverên rojhilatê Dêrezorê û rojavayê wê, di destê PKKê de ye. Li gor rêjeyên îroyîn %28 ê Sûriyê di bin destê PKKê û %3.3 yê wê di destê DEAŞê dê ye.