Le Drian: Fransa dixwaze ku li Sûriyê Kurd mafên xwe bistînin.
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got ku “li Sûriyê em pêvajoyeke siyasî ya ku mafên Kurdan teslîm dike tenê, destek dikin.”
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di parlamentoya Fransayê de daxuyaniyek da û nêrînên xwe yên di derbarê Sûriyê û rewşa dawî de parva kirin. Le Drian wiha got:
Fransa dixwaze ku li Sûriyê pêvajoyeke siyasî ya ku mafên Kurdan tê teslîmkirin, were destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber liv û tevgerên Tirkiyê, rewşa Sûriyê, her ku diçe xirabtir dibe, agir lê gur dibe. Dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê ve, derbeke dî jî li rewşa insanî ya herêmê xist. Bi dih hezaran insan penaber bûn û yên mane jî, ji av, elektrîk û alîkariyê mehrûm mane. Vê operasyonê şerê li dijî IŞÎDê jî da sekinandin. Divê agirbes li her derê têkeve fealiyetê.