TR KU SO
FB X
Cîhan

Le Pointê ji Erdogan re gotibû dîktator!

Admin V
Nivîskar
📅 29 gulan 2018 15:35

PeyamaKurd- Kovara navdar ya Fransayê Le Pointê ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ew dîktator e. Piştî vê nûçeyê, hat îddakirin ku kovara Le Pointê mesajên tehdîdkirinê distîne.

Li ser van geşedanan Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku “Tehdîd nayên qebûlkirin û azadiya çapemeniyê nayê bihakirin. Ku azadiya çapemeniyê tune be, bêşerefî heye dîktatorî heye.”

Li gorî agahiyên BBC Tirkiyê piştî nûçeya Erdogan, alîgirên Erdogan ji kovara Le Pointê re mesajên tehdîdkar rêkirine.

Parve bike: