Cîhan
Lêkolîna bo hilbijartinên pêswext
Li Ankara li gelek deveran tê axaftin ku Recep Tayip Erdoğan emir daye hevalên xwe da di derbarê hilbijartina berya wextê de lêkolîn bên kirin.
Tevî ku Erdoğan û Binali Yıldırım dibêjin “hilbijartina berya wextê” nîne jî, tê gotin ku li der û dora partiyê lêkolîn tên kirin bê hilbijartin çêbibe wê biser bikevin an na. Di nava AKPê de hene ku dibêjin operasyona Efrînê di leha wan de ye û eger hilbijartinan bikin wê biserbikevin.
Lê di nava AKPê de hene ku dibêjin ne wextê hilbijartinê ye û bila hilbijartin çênebe.