TR KU SO
FB X
Cîhan

Leskerên Yûnanê kaptanê Tirk birîndar kirin

Admin M
Nivîskar
📅 23 hezîran 2018 18:46

PeyamaKurd- Kaptanê Tirk bi rêya qaçax xwest ku 7 hemwelatiyên Sûriyê bibe Yûnanistanê. Leşkerên Yûnanî li kaptanê Tirki xistin û wî birîndar kirin.

Kaptanê Tirk, bi tekna xwe ya suretê xwest koçberan ji navçeya Bodrûma Tirkiyê bibe Yûnanistanê lê dema ket nava sînorê behra Yûnanê, leşkerên Yûnansitanê lê xistin. Kaptanê Tirk û 7 hemwelatiyên Sûriyê, bi birîndarî birin Girava Kosê û li nexweşxanê niha tedawî dibe.

Asayîşa Yûnansitanê dibêje ku tevî kaptan hişyar kirine jî, kaptan ranewestiyaye. Bûyer vê sibê siet li dora 05.00a çêbûye.

Parve bike: