TR KU SO
FB X
Cîhan

Leyen: Min ji bo Tirkiyê 3 milyar euro budçe pêsniyar kir

Admin H
Nivîskar
📅 25 hezîran 2021 19:15

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, ragihand ku wê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo penaberan 3 milyar euro budçe heta 2024ê terxan bike.

Piştî Lutkeya YEyê Leyen li ser beşa Tirkiyê di medya civakî de parvekirin kir û got, "Pêwendiyên Tirkiye û YEyê baş bûn, lê ji bo nûkirina rêzikên bazirganîyê û gumrikê hîn divê gelek kar bê kirin.”

Leyen herwiha diyar kir ku Tirkiye malevaniyê li milyonan penaberên Sûriyê dike û ew dê piştevaniya wê bidomînin.

Seroka Komîsyona Ewropayê eşkere kir, “Min ji bo piştevaniya penaberên li Tirkiyê heta 2024ê 3 milyar euro, ji bo Urdin û Lubnanê jî 2,2 milyar euro budçe alîkarî pêşniyar kir.”

Parve bike: