Li 8 bajarên Sûriyeyê li dijî buhabûna sotemeniyê xwepêşandan hatin kirin
PeyamaKurd - Xwepêşandanên ku li dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê li Sûriyeyê dest pê kiribûn, di dema herî kin de li 8 bajaran belav bûn.
Li gorî daneyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), nerazîbûn li bajarên Heleb, Îdlib, Hama, gundewarê Şamê, Dera, Reqê, Dêra Zorê û Hesekê hatin lidarxistin û gelek rê hatin girtin.
Xwepêşandaran diyar kirin ku bihabûna mazotê bi rêjeya ji sedî 40 û ya benzînê bi rêjeya ji sedî 26 dê rasterast bandorê li ser bihayê xurek û veguhestinê bike.
Li Îdlib, Heleb, Reqê û Dêra Zorê welatiyan bi şewitandina tekeran rê li pêşiya tankerên petrolê girtin, her wiha li Hama û Şamê jî hin şofêran kar dan sekinandin.
Di heman demê de li bajarê Hamayê, di dema xwepêşandanan de li nêzî peykerê Meryem Ana teqînek çêbû ku lêkolîn li ser sedema wê dewam dike.