Cîhan
Li Afganistanê 2 leskerên Amerîkî hatin kustin
PeyamaKurd - Artêşa Amerîkayê ragihand ku du leşkerên wan îro li Afganistanê hatine kuştin.
Rayedarekî Amerîkî ji Reutersê re ragihand ku ew êrîş kiryareke “êrîşa ji kesk ya ser şîn ango “green-on-blue” ye, lê derbarê nasnameyên leşkerên hatine kuştin de ti agahî nedan.
Rayedarên Amerîkî dan zanîn ku êrîşkaran ew êrîş bi kincên hêzên hundirîn ên Afganî pêk anîne.
Tevî kuştinên îro, hejmara giştî ya endamên hêzên Amerîkî yên ku di sala 2019an de hatine kuştin herî kêm bûne 11 kes.