TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Afganistanê êrisa bombeyî: Hejmara qrubaniyan derkete 16an

📅 03 îlon 2019 13:24

PeyamaKurd – Li paytexta Afganistanê Kabîlê, di encama êrişeke bombeyî de bi kêmanî 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de herweha zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxweyî Nasret Rahîmî ji rojnamevanan re da zanîn ku hejmara kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane û bûne qurbanî derketiye 16an û 119 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, teqîn bi traktroreke bombebarkirî pêk hatiye û Talîbanê berpirsyariya êrişê girtiye ser xwe.

Hêjayî gotinê ye ku di navbera Talîban û Amerîkayê de ji bo çareseriyeke aştiyane ev 18 sal in gotubêj dewam dikin lê ji ber ku Talîban rêveberiya Afgan wekî ‘kuklaya Amerîkayê’ dibîne û lewma rûnane li ser masê û hewildanên çareseriyê bêencam dimînin.

Parve bike: