TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Afganîstanê kestiyek qeza kir: 8 kes mirin!

Admin L
Nivîskar
📅 02 hezîran 2024 19:41

PeyamaKurd – Li eyaleta Nangarhar a rojhilatê Afganîstanê di qezaya keştiyê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî nayên zanîn. Di qezayê de 13 kes hatin rizgarkirin, xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

Li eyaleta Nangarhar a rojhilatê Afganîstanê di encama binavbûna keştiya ku 26 kes tê de bûn, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û agahiya 5 kesan nayê girtin.

Serokê Daîreya Ragihandinê ya Nangarharê Quraishi Badloon ji Xinhua re daxuyand ku qeza sibeha roja Şemiyê li herêma Basol a navçeya Momand Dara qewimî, dema keştiya ku ber bi aliyê hemberê çem diçû binav bû.

13 kes hatin rizgarkirin, agahî ji 5 kesan jî nayê girtin. Piraniya rêwiyan jin û zarok bûn.

Li gorî Badloon, heta niha termê 8 kesan hatine dîtin û xebatên lêgerîn û rizgarkirina kesên wenda berdewam dikin.

Parve bike: