TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Afganîstanê li dijî mizgeftê hêrisa çekdarî: Herî kêm 5 kes mirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 30 nîsan 2024 16:11

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li parêzgeha Herat a Afxanistanê, komeke çekdar, di dema nimêjê de bi çekan hêrişî mizgeftekê kirin.

Rayedarên Afxanistanê ragihandin ku di encama hêrişa çekdarî de herî kêm 5 kes mirine û 3 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Parêzgariya Heratê ya Afxanîstanê Mewlewî Nesar Ahmed Elyes da zanîn ku hêriş êvara Duşemê pêk hatiye û di encama hêrişê de herî kêm 5 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Elyes ragihand ku di nav kuştiyan de jinek û zarokek jî hebûne.

Berdevkê Parêzgariyê Mewlewî Nesar Ahmed Elyes, di derbarê rêxistin an jî hêza ku hêrişê pêk anîne de ti agahî nedan.

Parve bike: