TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Afxanistanê ser û pevçûn: 21 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2019 03:07

PeyamaKurd- Li bajarê Badgisê ku dikeve aliyê rojavayê welat, di navbera cerdevanên Afxanî û çekdarên Talîbanê de şer derket û di encamê de 10 cerdevan û 11 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Berdevkê parêzgeha Badgisê Camşid Şahabî bo rojnamevanan ragihand ku Talîbanê êrîşê ser baregehên cerdevanên navçeyên Kads û Ab Kamariyê û şer çêbûye. Şahabî got ku 10 cerdevan mirine û 5 ji wan jî birîndarin. 11 Talîbanî hatine kuştin û 9 ji wan birîndar bûne.

Li aliyê dinê Talîbanê ragihand ku 32 kesên ji hêzên asayîşê hatine kuştin.

Parve bike: