Cîhan
Li Agiriyê 15 kes ji PKK/KCK ê hatin girtin
PeyamaKurd- Li Agiriyê bi sedema ku endamê rêxistina PKK/KCK ne an alîkariyê dane rêxistinê, di çarçoveya meşandina lêpirsînê de di heman wextî de hêzên asayîşê avêtin ser malan û 47 kesan binçav kirin. Operasyon ne tenha li navenda Agiriyê lê nevçeyên Tûtax, Patnosê, Bazîdê, Eleşgirtê û Diyadînê hat kirin.
Ji 47 kesan 2 kes hatin berdan û yên din derxistina dadgehê. Ji yên hatin derxistin bo dadgehê 15 ji wan hatin şandin bo zîndanê û 25 kes serbest hatin berdan. 5 kes îfadeyên wan yên baregeha cendirmeyan dewam dike. Gelek kes hene ku hêzên asayîşê li wan digerin da bigrin.