Cîhan
Li Almanya hejmara miriyên bobelata lehiyê zêde bû
PeyamaKurd – Li eyaletên rojavayê Almanya yên Rheinland-Pflaz û Ren a Bakurê Vestfalya ji ber barana zêde doh lehî rabû û bandora xwe li gelek bajaran kir.
Li gorî ragihandina polîsê Alman ragihandin ku di encama bobelata lehiyê de heta niha 42 kesan can daye.
Herwiha hat diyarkirin ku li herêmê Kolnê 22 kesan can daye ku li Euskirchen 15 kesan, li Rheinbach jî 3 kes mirine.Li eyaleta Rheinland-Pfalz jî hat ragihandin li bajarê Bad Neuenahr-Ahrweiler heta niha 18 kes ji ber lehiyê mirine.
Berî niha jî hatibû ragihandin ku li herêma Sauerland bajarên Solingen û Kamenê jî 4 kesan can daye.