Li Almanyayê kesekî êrîsî zanîngehê kir: Êrîskar xwe kust, gelek kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Duşemê li bajarê Heidelberg ê Almanyayê kesekî bi çek êrişî amfiya zanîngehê kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn û êrişkar jî xwe kuşt.
Polîsê Almanyayê ragihand ku li zanîngeha Heidelbergê kesekî bi çek êrîşî amfiya zanîngehê kir û bêjyî hejmarê bide eşkere kir, gelek kes birîndar bûne û paşê jî êrîşkar bi çekê xwe kuştiye.
Ajansa Almanyayê (dpa) diyar kiriye ku êrîşkar xwendekar bûye û li gorî lêkolînên mufetişan tu mebestên êrîşkar yên siyasî û olî tune bûne.
Herwiha hatiye ragihandin ku dema êrîş kiriye bi êrîşkar re çend çek hebûne.
Polisê Manheimê di derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê twitterê daxyaniyek da û tê de ragihand ku kesekî bi tena serê xwe êrişî amfiya zanîngê kiriye. Zanîngeha Heidelbergê jî bi rêya emailê xwendekarên xwe agahdar kir ku neçin cihê bûyerê.