TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Amedê suîqest: 2 kes hatin kustin!

Admin V
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2018 14:20

PeyamaKurd- Li Amedê li navçeya Baglarê 2 kes rastî êrîşa bi çek hatin û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.

Li Amedê li navçeya Baglarê li taxa Abdîbeg du kesên ji malbata Karahanliyan li devê deriyê mala xwe rûniştibûn. Di wê demê de hinek kesên ku nayên naskirin, bi çekan êrîş birin ser wan. Di encama êrîşê de Mehmet (55) û Tahsin Karahanli (60) jiyana xwe ji dest dan. Kurê Mehmet Karahanli yê bi navê Saddam Karahanli (22) jî giran birîndar bû. Saddam Karahanli rakirin nexweşxaneyê û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Parve bike: