TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Amerîkayê çekeke nû hat ceribandin

Admin L
Nivîskar
📅 17 gulan 2022 12:59

PeyamaKurd – Li Amerîkayê çekeke nû ya leza wê 5 qat ji leza deng bihêztir e hat ceribandin.

Hêzên Esmanî yên Amerîkayê, roja 14ê Gulanê li qeraxên Californiaya Başûr, balafira Stratofortress a ji cûreya B-52H, çekeke AGM-183A ya Çeka Destwerdanan Bilez a Esmanî (ARRW) ceriband.

Li gor hat eşkerekirin, piştî ku çek ji balafirê vediqete, leza wê 5 qat ji leza deng zêdetir dibe û taybetmendiya hîpersonîk nîşan dide, herwiha hat eşkerekirin ku ev ceribandin serkeftineke mezin e.

Ev çek ji aliyê Lockheed Martin ve hatiye dîzaynkirin û ji bo lêdana armancên hestiyar hatiye dirustkirin.

Parve bike: