TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Awûstûryayê qeza: 54 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 20 nîsan 2018 22:32

PeyamaKurd-Li welatê Awûstûryayê li bajarê Salzburgê qeza trafîkê çêbû û tê de 54 kes birîndar bûn.

Televîzyona dewletê ya Awûstûryayê ORF ragihand ku her dû trênên ji aliyê Zurih û Venedîkê ve dihatin, nêzî gara Salzburgê li hev ketin. Li gor ragihandina ajotvanan bi sedema li hevketinê eşyayên di vagonan de ketine û mirov birîndar bûne. Lê birîndarên xeddar tine ne.

Li gor rayedarên Xaça Sor; ji birîndaran hinek ji wan hatine şandin bo nexweşxaneyên nêz. Sedema qezayê nehat aşkerakirin lê lêkolîna di derbarê qezayê de dewam dike.

Parve bike: