Cîhan
Li Azezê teqîneke mezin: “Herî kêm 3 kes hatin kustin!”
PeyamaKurd- Li Sûriyê li navçeya Azezê trempêleke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de 3 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.
Di derbarê bûyerê de hêzên opozîsyona Sûriyê daxuyaniyek dan û gotin ku îro seet li 11:10an li Azezê li cem Meclîsa Taxê, li pêşiya mizgefta Meytemê trempêleke bombebarkirî hate teqandin. Li gor agahiyan êrîşeke xwekujî pêk hatiye. Di encama teqînê de 3 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirine Nexweşxaneya Kilîsê ya Tirkiyê.
Di encama teqînê de gelek trempêl şewitîne û zerareke mezin gihaye derdorê.