Li bajarê Îzmîtê êrîşa çekdarî: 3 mirî û 2 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê İzmitê bi çekan êrîşê ser ciyekî ahengê kirin û di êrîşê de Cem Özer (49) û Volkan Berberoğlu (42) ku can dabûn, venazeyên wan sipartin xakê.
Limêja cenazê Özer li Mizgefta Akşemsettin hat kirin û nûnerên partiyên siyasî tevlî limêja cenaze bûn.
Cenazê xwediyê mekan yê Berberoğlu li bajarê wî li Düzce defin kirin. Hat gotin ku berya rûdanê, bi keviran li mekanê ahengê xistine û li ser deng çûye Özer û çûye ciyê rûdanê lê ketiye ber êrîşa çekan û hatiye kuştin. Xwuşka Özer ragihand ku ti têkiliya Özer bi rûdanê nîne.
Polîsê xaneşîn yê kevin Talip Şakar jî k udi êrîşê de can dabû, wê cenazê wî sibê li bajarê Sakarya li navça Karasu li taxa an gundê Kuyumcullu, piştî limêja nîvro defin bikin.
Dermankirina her dû birîndaran jî li nexweşxanê dewam dike.