Li bajarê Mersînê zilamekî 6 kesan kuşt û 8 kesan birîndar kir
PeyamaKurd – Li bajarê Mersin a Tirkiyê jimara kesên bi tivinga pompeyî hatine kuştin, giha 6 kesan.
Li Mersînê ewilî li xwaringehekî û paşî li ciyên cuda, kesê bi navê Metin Ö. (37) 4 kesan kuşt û paşî hat fêmkirin ku heman kes berê jina xwe kuştiye. Bi kuştina 4 kesên vê paşiyê re jimara kuştiyan derketiye 6 kesan û ya birîndaran jî 8 kesin.
Mirovê navborî di serî de li navça Çamlıyayla li taxa Darıpınarı jina xwe ya berê Arzu Özdenê (32) bi çekê kuştiye. Metin Ö. piştî rûdanê bi erebê çûye navça Tarsusê, taxa Kadelli Dörtlerê, çûye nav xwaringeha aîdê Sabri Pan û bi tivinga pompeyî li wan xistiye.
Sabri Pan dibin nexweşxanê li nexweşxanê can dide lê xebatkarê xwaringehê Ahmet Ercan Can li ciyê rûdanê dimre.
Êrîşker xwestiye bireve lê li taxa Kaburgediği şivanê bi navê Yusuf Oktay û paşî Yenimahalle nêzî mala wî ajoltvanê treylerê Abdullah Koca dikuje. Hat fêmkirin ku li benzînxaneyekî li kesê bi navê Gökay Sefiloğlu dixe û dikuje.
Kesê êrîşker li ser rêya xwe 8 kesan jî birîndar dike. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Tarsusê û hem nexweşxanên din.
Ji bo êrîşker bigrin, bi desteka helkopteran dest bi operasyona girtina êrîşker kirin. Cenazên kuştiyan birin nexweşxana dewletê ya navça Tarsusê.