Li Bakur û Tirkiyê tevî rexneyan îro MALL û kuafor hatin vekirin
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê MALL, kuafor û navendên bedewiyê ku ji 20ê Adarê ve di çarçoveya tevdîrên li dijî belavbûna koronayê hatibûn girtin îro car din hatin vekirin.
Navendên Mezin ênDanustendinê (MALL/AVM) kuafor û navendên bedewiyê tevî rexne û bertekên partiyên muxalefetê, îro Duşemê (11.05.2020) bi biryara hikûmetê car din hatin vekirin.
Komîsyona Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê nivîskî ev biryar rexne kir û destnîşan kir ku jiyana xebatkarên di bin metirsiyê de ye, “ji bo berjewendiyên sermayeyê jiyana civakê û xebatkarên MALLê xistin metirsiyê.”
Seroka CHPê ya şaxa Stenbolê Dr. Canan Kaftancioglu jî biryar rexne kir û diyar kir ku hikûmetê jiyana milyonek xebatkarên MALLê xistiye bin metirsiyê, “Hêj dawî li pandemiyê nehatiye, hûn xeletiyê dikin.”
Ji aliyê din ve Serokê Koma IYI PARTIyê Lutfu Turkkan jî vegera ji Umreyê bibîrxist û bang li xelkê kir ku neçin MALLan.
Piştî ku hejmara haletên tûşbûnê li Tirkiyê kêm bûbû, îro biryar hatibû dayîn ku jiyan merhale merhale were asayîkirin lê pispor hişyariyan didin ku metirsiya pandemiyê bi tevahîji holê ranebûye û li hemberî belavbûnê vîrusê baldar bin û tevdîran piştguh nekin.