TR KU SO
FB X
Cîhan

Li balafirgeha Larnaka îxbar : “Di balafira Roma de bombe heye”

Admin M
Nivîskar
📅 11 îlon 2026 16:22

PeyamaKurd – Li balafirgeha Larnakaye ya Rûman giliyekî hat kirin û di peyama ku bi Îngîlîzî hat şandin de got:

“Di nav bagajê de bombe heye û dê di nav 20 deqeyan de biteqe.”

Balafira ku ji balafirgeha Larnakayê dê di 11.10an de bi hewa biketa û biçûya Romayê, bi sedema ku peyam ji rayedaran re hat şandin û gotin di bagajê de bombe heye û dê di 20 deqeyan de biteqe, li ser peyamê 190 rêwiyên di balafirê de tehliye kirin û hêzên ewlehiyê yek bi yek bagajan kontrol dikin.

Rayedar nehiştin balafir here û temamê rêwiyan ji balafirê derxistin. Pisporên bombeyan şandin balafirgehê û bagaj û rêwiyan ji nûh de kontrol kirin. Her weha balafirekî ku nêzî balafira Romayê bû, wê jî ji balafirê dûr xistin.

Eger di balafirê de bombe an tiştekî gumanbar nedîn, dê rêwiyan li balafirê siwar bikin û dê balafir bi hewa bikeve û here sefera xwe. Kontrola pisporan dewam dike.

Parve bike: