Cîhan
Li balafirgeha leskerî ya Kabûlê teqîn: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li Afganistanê li Balafirgeha Leşkerî ya paytext Kabûlê di roja yekem a sala 2023yan de teqîn çêbû. Tê ragihandin ku kuştî û birîndar hene.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Talîbanê Ebdulnefî Takûr ragihand, îro 1ê Çileya 2023yan li nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Kabûlê teqînek çêbûye û bêyî ku hejmar bê eşkere kirin hat gotin ku hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Ebdulnefî Takûr da xuyakirin, teqîn danê sibê di yekem roja sala nû de qewimiye û lêkolînên li ser bûyerê berdewam in.
Derbarê sedema wê teqînê de jî ti hurgilî nehatin belavkirin, lê belê li gorî çavkaniyên herêmî dibe ku hin kesan balafirgeha leşkerî kiriye armanca êrîşê.