Cîhan
Li Bangladesê operasyon: 70 kustî
PeyamaKurd- Li welatê Bangladeşê ji serê mehê û heya niha, di operasyonên maddeyên hişbiriyê de, jimara kesên mirî ji 70 kesî derbas bû.
Li gor nûçeya BBC yê, di operasyonên bo meddeyên hişbiriyê de, di şer û pevçûnên navbera hêzên asayîşê û kesên maddeyan difroşin, jimara miriyan ji 70 yê derbas bû û di ser 3 hezar kesî de jî girtî hene.
Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hesina ragihand ku operasyon, bi qederê têkoşîna li dijî mîlîtanên redîkal girîng e.