TR KU SO
FB X
Cîhan

Li başûrê Lubnanê 2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 18:46

PeyamaKurd - Medyaya Îsraîlê ragihand ku di encama teqandina avahiyeke bombebarkirî ya li bajarokê Mecdel Zon a başûrê Lubnanê de, 2 leşkerên artêşa Îsraîlê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Platforuma bi navê “Hedşût Bezman” a Îsraîlî bi rêya bernameya Telegramê eşkere kir ku avahiyê di dema ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê di hundirê wê de bû teqiya, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Platforumê da zanîn ku hêza hatiye hedefgirtin girêdayî Lîwaya 55an e û ew avahî beriya demekê ji teqînê di bin kontrola artêşa Îsraîlê de bû.

Parve bike: