TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Baxozê DAISê serê 50 keçê Ezîdî jîkirîye

Admin H
Nivîskar
📅 25 sibat 2019 13:51

PeyamaKurd - Rojnameya Brîtanyayê Daily Mail aşkere kir ku rêxistina terorê DAİŞê li bajarê Baxozê komkujiya herî dawî dijî kurdên êzdî encam daye û serê 50 keçên êzdî jêkiîye Rojnameya Brîtanyayê Daily Mail aşkere kir ku hêzeke taybet  Artêşa Brîtanyayê di dema bo êrîşkirina ser DAIŞê li bajarê Baxozê termên 50 keçên êzdî yên serjêkirî dîtine. Herwiha di raportê de hatiye gotin ew keçên kurdên êzdî di sala 2014an de hatibûn revandin.

 

Ligor raporta Daily Mailê DAİŞ di demên xwe yên  herî dawî de ye jiber wê yekê DAİŞê serê wan keçên kurdên êzdî jêkirîye . Lewre endamên DAIŞê hatibûn dorpêçkirin û di encama şerekî xwînawî de şikestibûn.

Beriya bi çend rojan 100 çekdarên DAİŞê li Baxozê hatibûn kuştin. Hinek endamên DAİŞê xwe di tunelên bine bajêr da veşartin. Hêzên hevpeymanan ew tünel jî bi ser wan de anîn xwarê û ew bordûman kirin.

Parve bike: