TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Behra Iyonê (Ionian) tekne noqav bû: 12 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2020 21:15

PeyamaKurd- Li rojavaye Yûnanistanê di Behra İyonê de tekneya ku koçberan dibir noqav bû û di encamê de 12 kes mirin lê 21 kes jî hatin rizgarkirin . Ajansa Yûnanistanê ya bi navê ANA-MPA yê ragihand ku ji girava Paksosê bi 13 mîl dûr li telefona acilê ya 112 an geriyane û tîmên rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê. Heya niha cesedê 12 kesan derxistine.

Texmîna ku têkirin li dora 50 kesî di teknê de hebûne û hêjî ji hewa û behrê de xebatên rizgarkirinê dewam dikin ji ber kes nizane bê di teknê de çend kes hebûne.

Parve bike: