Cîhan
Li Belûcistana Pakistanê teqîn: 8 kes mirin
PeyamaKurd- Welatê Belûcistanê di navbera Îran û Pakistanê de hetta belkî perçeyekî dikeve nav axa Afxanistanê jî, hatiye perçekirin û heya niha ti aramiya Belûcistanê çênebûye. Îro jî li Belûcistanê di dema xwepaşandanekî de ku li bajarê Kettayê li ser kolana Şara El Iqbalê çêbû, teqîn hat kirin û di encamê de 8 kes mirin û 12 kes birîndar bûn.
Di encama teqînê de avahiyên der û dorê zerarê dîtin û erebeyan xesaretê dîtin. Tîmên tenduristiyê yên ku hatin ciyê bûyerê birîndaran birin nexweşxaneyan bo tedawiyê.
Nehat ragihandin bê teqîn ji aliyê kî de hatiye kirin.