Cîhan
Li beranberê balafirên Rûsyayê balafirên Kore ya Başûr bi hewa ketin
PeyamaKurd – Serokerkaniya Kore ya Başûr ragihand ku gelek balafirên Rûsyayê ketine seha hewayî ya bergiriyê ya Kore û li beranberê vê kiryara Rûsyayê, Kore balafirên xwe bi hewa xistiye.
Balafirên Rûsyayê do ketine seha giravên Dokdo û nêzî girava Ulleungê. serokerkaniya Kore ragihand ku li ser rûdanê berya balafirên Rûsyayê bikevin seha ADIZê, wan balafiran tesbît kiriye û ji ber rewşa lezgîn ji bo amade bin, balafirên xwe bi hewa xistine.
Balafirên Rûsyayê piştî demekî seha hewayê terk kirine lê neketine nav seha hewayê ya Kore. Bûyer piştî bûyera ku di dawiya meha Hezîranê de, Rûsya û Çîn bi 10 balafirên xwe ketibûn seha hewayî ya li rojhilat û başûrê avên Kore, qewimî û ev rûdan wekî gengeşeyekî hat qeydkirin.