TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Besrayê rews aloztir dibe: 7 kes hatin kustin

📅 05 îlon 2018 03:43

PeyamaKurd -  Di xwepêşandanên li Besrayê de bi gulebarandina hêzên ewlehiyê  7 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û rewşa ewlehiya parêzgehê bi temamî metirsîdar e.

Ji çavkaniyeke herêmî hat ragihandin, ku xwepêşandêrên Besrayê bi hêzên ewlehiyê re li hev ketin, di encamê de bi gule barandina hêzên ewlehiyê  7 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Amaje bi wê yekê hat kirin ku, xwepêşandanên Besra aloztir bûne, taybet jî piştî kuştina xwepêşandêrek li ser destê hêzên ewlehiyê û di dema merasîma birêkirina termê wî kuştî xwepêşander ji hêzên ewlehiyê ve li pêşiya encûmena parêzgehê rastî xaza rondikrêj bûn.

Herwiha agir bi avahiya encûmena parêzgehê ket û metirsiya derketina şer di navbera eşîran û hêzên ewlehiyê de heye.

 

Piştî van bûyera, Fermandeyê operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve/çûnûhatinê li parêzgeha Besrayê ragihand. Ev yeke piştî alozbûna rewşa ewlehiya bajarê Besrayê hat.

Parve bike: