Cîhan
Li Bexdayê 2 milyon dolarê sexte hate desteserkirin
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojhilatê Bexdayê operasyoneke serkeftî li dar xist û sextekarekî pereyan tevî zêdetirî 2 milyon dolarên sexte girtin.
Hate zanîn ku hêzên Polîsê Federal ên Iraqê li du herêmên cuda yên paytextê dest danîne ser zêdetirî 2 milyon dolarên sexte.
Hêzeke ser bi Fewca 2emîn a Lîwaya 19emîn a Firqeya 5emîn a Polîsa Federal, bi hevahengiya ligel Rêveberiya Rûbirûbûna Tawanên Rêkxistinkirî li Rusafayê, li taxa Şeib a li rojhilatê Bexdayê operasyonek pêk anî.
Rayedarên ewlehiyê diyar kirin ku armanca operasyonê girtina gumanbarekî bû ku bi sextekirina diravan dihat tawanbarkirin û tometbar di dema karê sextekariyê de hat girtin.