TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê krîza siyasî: Zeydî ji ber serdana Siûdî gefa îstîfayê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2026 16:41

PeyamaKurd - Çavkaniyekê ji Çarçoveya Hevahengiyê ji medyaya Kurdistanê re eşkere kir ku piştî civîna Encûmena Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ligel aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan civiyaye û di civînê de gefa destberdana ji kar xwariye.

Hat ragihandin ku 6 aliyên hevahengiyê daxwaz kirine ku serdana wî ya ji bo Erebistana Siûdî û hevdîtina ligel Şehzade Mihemed bin Selman were betalkirin, lê aliyên din xwestine tenê were paşxistin.

Elî Zeydî li hember van zextan hêrs bûye û diyar kiriye ku heke rêz li biryarên Encûmena Wezîran neyê girtin, ew dê dest ji kar berde.

Serokwezîr Elî Zeydî gotiye ku divê wisa xuya neke ku ev serdan di bin zexta Çarçoveya Hevahengiyê de hatiye paşxistin û daxwaz kir ku hemû alî alîkar bin ji bo lezkirina radestkirina çekên komên leşkerî, ji ber ku li gorî lihevkirinê divê heta 30ê Îlonê çek hemû radest bibin.

Parve bike: