TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê teqînek pêk hat: Kustî û birîndar hene

📅 16 mijdar 2019 15:40

PeyamaKurd - Li paytexta Iraqê Bexdayê teqîneke bihêz rû da ku li gor agahiyên destpêkê di encama wê teqînê de 4 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ragihand îşev li nêzî Qada Tehrîr a li bajêr, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin û li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîdar bûn.

Ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên Iraqê ve heya niha derbarê wê teqînê de zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ev teqîn di demekê de ne ku xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Iraqê berdewam dikin. Xelkê ku beşdarî wan xwepêşandanan bûye daxwaza nehiştina gendeliyê, peydakirina derfetên kar û dabînkirina xizmetgûzariyan dikin.

Protesto ji 1ê Cotmehê û vir ve li Bexdayê û çendîn bajarên din berdewam dikin. Di protestpyan de heya niha zêdetirî 320 kes hatine kuştin û 15 hezar kes jî birîndar bûne. Xwepêşandaner didin zanîn ku ew li dijî gendelî, sextekarî û xizmetguzariyên xirab protestoyan li dar dixin û bang li hikûmetê dikin ku dest ji kar berdin.

 

Parve bike: