Cîhan
Li Burdurê erdhejek tirsnak!
PeyamaKurd – Li Yeşîlova navçeya Burdurê bi lerza 4,4an erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4,4an ku navenda wê navçeya Yeşilova ya Burdurê bû pêk hat.
Hat diyarkirin, erdhej di saet 08.28an de 13.23 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.