Li Çînê bazarên ajalên dirinde yên Korona belav kirin ji nû ve vebûn
PeyamaKurd – Vîrusa koronaya nû Covid-19 ku heta niha bûye sedema mirina bêhtirî 34 hezar kesan li seranser dinyayê, ji bazareke ajalên dirinde ya Wuhan a Çînê belav bû ku li seranser dinyayê bûye metirsiyeke mezin û aboriyên gelek welatan ji ber wê vîrusê li ber têkçûnê ne.
Piştî ku welatê Çînê ragihand, wan belavbûna vîrusa korona kontrol kiriye û jiyana asayî li wî welatî ji nû ve dest pê kir, bazarên ajalên dirinde jî ji nû ve vebûn ku goştên mar, tîmseh, çil û gelek ajalên din difiroşin.
Rojnameya Daily Mail dîmenên nû yên wan bazaran piştî kontrolkirina vîrusê li Çînê belav kirine ku goştên Çilan ku zanyar dibêjin, sedema belavbûna Covid-19 ye bixwe jî li bazara bajarê Dongguanê tê firotin li wan bazaran.
Li gorî zanyarên tenduristiyê nexweşînên berbelavî ji van bazarên ajalên dirinde ku ti hijyena wan nîne belav dibe.