TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Çînê teqîn: 19 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2018 19:07

PeyamaKurd- Li welatê Çînê di herêma sanayiyê de teqîn çêbû û di encamê de 19 kes mirin. Ragihandina xeberê ji aliyê ajansa nûçeyan ya fermî ya Çînê Şinhua de hat kirin.

Li gor ajansê li rojavayê başûrê Çînê li eyaleta Sîçûanê, di tesîseka kîmyewî ya teknolojîk ya bi navê Yibin Hengda de teqîn çêbû û ji bilî 19 kesên mirî 12 kes jî birîndar bûn.

Wêneyên ku ji aliyê çapemeniya Çînê de hat belavkirin de ji tesîsê pêtiyên agir û dûman bilind dibin.

Sedema teqînê nehat diyarkirin.

Parve bike: