Cîhan
Li Colemêrgê, li dijî baregehekê êrîsek pêk hat!
PeyamaKurd- Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Colemêrgê ya bi navê Çelê, li dijî baregeheke leşkerî, êrîşeke bi moşekan pêk hat. Di encama êrîşê de kesek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar in.
Di derbarê bûyerê de waliyê Colemêrgê daxuyaniyek da û wiha got: “9ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî baregeheke leşkerî, ji aliyê PKKê ve êrîşek pêk hat. Ji aliyê çekdarên PKKê ve 2 moşek hatine avêtin. Di encama êrîşê de personelekî leşkerî jiyana xwe ji dest daye, operatorekî mekîneya karî giran, tevde 4 kes jî birîndar bûne. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.”