Cîhan
Li Çorumê bi lerza 4,2 erdhejek çêbû
PeyamaKurd – Li Mecîtozûya Çorumê di saet 00.34an de bi lerza 4,2an erdhejek çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4,2an pêk hat ku navenda wê Mecîtozû bû.
Hat diyarkirin ku erdhej 16,81 kîlometro di bin erdê de çêbûye.