Li Daxistana Rûsyayê li dijî kenîse, dêr û polês hêris: 6 polês û kesîsek hatin kustin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Daxistana herêma Kafkasyayê ya Rûsyayê, li dijî baregeheke polêsan, kenîseyek û 2 dêran, hêrişên çekdarî yên hevdemî pêk hatine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê de hate diyarkirin ku îro, di demjimêr derdora 18.00an de, li bajarên Maxaçkale û Derbendê yên Daxistanê, kesên çekdar ên nasnameya wan nehat zanîn, hêrişan pêk anîne.
Hat ragihandin ku van kesan hêrişî baregeheke polêsan a li Maxaçkaleyê û 2 dêr û kenîseyeke li Derbendê kirine.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de tê dîtin ku li Derbendê di kenîseyekê de şewat derketiye.
Li gorî nûçeya AFPê, Ajansa Neteweyî ya Dijî Terorê û Polêsê ragihandin ku îro li Daxistanê kesên çekdar hêrîşî kenîse û dêran kirine û di encamê de keşîşek û 6 polês hatine kuştin.
Lêpirsîn hate destpêkirin
Hêriş li bajarê herî mezin ê Daxistanê Maxaçkale û bajarê peravê Derbendê pêk hatin.
Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku ji ber "hêrişên terorîstî" lêpirsîna sûc hatiye destpêkirin.
Komîteya Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyî di daxuyaniya xwe ya ku da ajansa RIA Novostî de got: "Îro, êvarê, li bajarên Derbend û Maxaçkaleyê, li dijî 2 dêrên Ortodoks, kenîseyek û baregeheke polêsan, hêrişên çekdarî pêk hatin. Li gor agahiyên destpêkê di encama hêrişên terorîstî de, keşîşekî Dêra Ortodoks a Rûs û 6 polês hatine kuştin."
Berdevka Wezareta Navxweyî ya Daxistanê Gayana Gariyeva jî di daxuyaniya xwe ya di derbarê hêrişan de got ku di hêrişan de bi tevahî 6 polêsan can dane û 12 polês jî birîndar bûne.