Cîhan
Li Dêrezorê Teqîn çêbû: 20 kustî
PeyamaKurd- Li Dêrezora Sûriyê di encama teqandina erebeyeka tije teqemenî, herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan. Nûçe ji aliyê AFP de hat dayîn ku çavkaniya wê diçe ser Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ku navneda wê Londra ye.
Teqîn li devera Şeheilê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ê de ye pêkhat. Erebe ji dûr de bi cîhaza kontrolê kat teqandin. Di nava kuştiyan de 14 kes ji wan di kampa El Omer ya petrolê de dixebitîn û 6 ji wan jî yên HSD ê ne.