TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Derya Reş bi İHAyan li 3 keştiyan xistin: 2 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 hezîran 2026 20:58

PeyamaKurd – Di Derya Reş de keştiyên bi alên Panama, Palau û Belize ketin ber êrîşên İHAyan û ji wan keştiyan ya bi ala Panama ya Tirkiyê ku barê eşyayên ziwa hildigirt ya bi navê 'Victress' derbekî mezin lêket.

Di lêdanê de 2 kes mirin û 8 deryavan tehliye kirin. Ûkrayna ragihand ku Rûsya li keştiyan xistiye. Cîgirê serokwezîrê Ûkraynayê ragihand ku êrîş di şevê de bûye, keştiya ku diçû lîmana Ûkraynayê ketiye ber êrîşa İHAyan.

Di encama êrîşê de, di keştiya bi ala Panamayê de şewat derketiye ji muretebatan aşpêjekî 58 salî û welatiyekî Misrê mirine. Kubela got:

“8 deryavanên ku di keştiyê de bûn yên ji Tirkiye û Hindistanê bi bota rizgarkirinê tehliye kirine. Di keştiyê de xesara mezin çêbûye.

Rûs hem êrîşê keştiyên Palau û Belize jî kirine, di êrîşa ser her dû keştiyan de zerar negihaye kesî û keştiyên xesar dîne, li ser rêya xwe dewam kirine.”

Parve bike: