TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Derya Reş êrîşê keştiya Tirkiyê kirin: 2 kes mirin û 11 kesan rizgar kirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2026 20:25

PeyamaKurd – Li peravên Romanyayê keştiya ku xwediyê wê Tirke ya bi navê Royad Mammadov ku tije dexl bû, bi dronê êrîş kirinê û bi sedema şewat tê de derket noqav bû.

Rayedarên Romanyayê ragihandin ku di keştiyê de11 kesan rizgar kirine lê 2 muretebat jiyana xwe ji dest dane.

Keşiya navborî 139 metre dirêj bû, li devera munhasir ya aboriyê ya Romanya bû, li başûrê Sfântu Gheorghe bi 30 mîlên deryayê dûr bû û li kêleka platforma petrolê û gazê ya Pescăruşê bû.

Wezareta karên derve ya Romanyayê ragihand ku di 5ê mehê de roja Duşemê agahiyê sitendin ku seet di 11.00an de di keştiyê de şewat derketiye, dest bi rizgarkirin û lêgerînê kirine.

Berdevkê rêvebiriya deryavanî yê Romanyayê Irina Puscasu ragihand ku ji 11 kesên rizgarkirî 3 kes ji wan birîndarin û rewşa her 8 kesên din başe.

Keştiya bi navê Royad Mammadov ji limana Ûkrayna ya bi navê İzmail derketibû, ber bi limana Ravenna ya Îtalyayê ve diçû, tê de dexl an ku lazût hebû.

Keştî di bin ala Saint Kitts û Nevis de dimeşiya û xwediyê keştiyê Tirk e. Medya Romanyayê ragihand ku bi dronekî an 2 dronan êrîşê keştiyê kirine û piştî êrîşê agir bi keştiyê ketiye.

Rayedarên Romanya ragihandin ku keştî şewitiye û ketiye binê avê lê drone ji ku derê avêtinê û sedem çiye nehat zanîn.

Zelenkiy ragihan dku Rûsya li keştiyê xistiye lê Rûsya got ku wan êrîşê keştiyê nekiriye.

Parve bike: