TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Derya Spî 3 welatan rêkeftina xeta gazê îmze kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2020 21:55

PeyamaKurd – Piştî rêkeftina Tirkiyê ya bi hikûmeta Wîfaq a Libyayê re, Îsraîl, Yunanistan û Qibrisê jî rêkeftina avakirina xeta borûya gazê li ser Derya Spî îmze kir.

Li gorî rêkeftinê, dê ji bo gaza sirûştî ya Derya Spî bo Ewropayê were veguhestin, xeta barûyê ya 900 kîlometran were avakirin.

Hat ragihandin ku Rêkeftina Rojhilatê Derya Spî bi navê (Eastern Mediterannean) bi beşdariya serokên her sê welatan li paytexta Yunanistan Atînayê hatiye îmzekirin.

Parve bike: