TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Deryaya Egeyê Fransa û Yûnanîstan tetbîqata hevpar dikin

Admin L
Nivîskar
📅 22 îlon 2022 13:34

PeyamaKurd – Di demeke ku rageşiya ji ber Derya Egeyê di navbera Enqere-Atînayê de berdewam dike de, hat ragihandin ku wê Fransa û Yûnanîstan tetbîqata hevpar bikin.  

Li gor nûçeya medya Yûnanîstanê, Hêzên Hewayî û Deryayî yên Fransa û Yûnanîstanê, wê li Rojhilatê Egeyê tetbîqateke hevpar pêk bînin.

Zanyarî destnîşan dikin, di wê tetbîqata tê plankirin ku li heremeke berfireh ji Grava Îskîrî heta Grava Bozbaba bê pêkanîn de, balafirên şer, helîkopter, yekîneyên taybet û keştî û noqavên hêzên deryayî jî beşdar bin.

Herwiha Atîna eşkere dike, piştî tetbîqata ku wê di 24 Îlon – 1 Cotmehê de bê pêkanîn, wê Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu serdana Atînayê bike.

Parve bike: