Li dibistaneke Mereşê êrîşa çekdarî: Mirî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li navçeya Onikişubat a Mereşê, li Dibistana Navîn a Ayser Çalık êrîşeke çekdarî pêk hat. Parêzgarê Mereşê Mükerrem Ünlüer ragihand ku di encama vê êrîşa hov de kesên jiyana xwe ji dest dane hene û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne. Piştî êrîşê, birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan û malbatên xwendekaran bi fikar û panîkeke mezin ber bi dibistanê ve baz dan. Hêzên polîs li derdora dibistanê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gürlek ragihand ku ji bo lêkolînkirina bûyerê sê cîgirên serdozger û çar dozger hatine erkdarkirin û ji bo parastina nehêniya lêpirsînê "qedexeya weşanê" hatiye danîn. Her wiha Wezîrê Navxweyî Mustafa Çiftçi û Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekin ber bi Mereşê ve bi rê ketin. Ev êrîş tenê rojek piştî êrîşa li Sêwrega Rihayê pêk hat, ku li wir jî 16 kes birîndar bibûn, ev yek jî bûye sedema fikarên mezin ên ewlehiyê li dibistanan.