Cîhan
Li dijî balyozxaneya Amerîkayê êrîseke çekdarî!
PeyamaKurd- Li paytextê Tirkiyê li Enqerê ji trempêlekê êrîşkarên ku nayên naskirin li balyozxaneya Amerîkayê reşandin.
Bûyer vê sibehê seet li dora 05:00an qewimiye. Li Cadeya Atatûrkê ji trempêleke ku plaqeya wê nehatiye tespîtkirin, li balyozxaneya Amerîkayê gule hatin reşandin. Di bûyerê de dengê 5 guleyan hat. Guleyek li cama hêzên ewlehiyê ket, lê belê tu kes nehate kuştin an jî birîndarkirin.
Ji bo ku kesên êrîşkar werin girtin, operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.