Li dijî Hewlêr, Silêmaniyê û Bexdayê 6 êrîş hatin kirin
PeyamaKurd - Şevê din li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê, navenda piştevaniya lojîstîk a artêşa Amerîkayê rastî 6 êrîşên cuda yên bi moşekên Katyûşa û balafirên bêmirov hat.
Di encama van êrîşan de li hundirê baregehê agir derket û zirareke madî çêbû. Hêzên ewlehiyê ragihand ku li rojavayê Bexdayê wesayîteke şewitî dîtine ku wekî platforma avêtina moşekan pê hatiye bikaranîn û 10 moşekên din tê de hebûn.
Herwiha hat diyarkirin ku li Hewlêrê jî 2 dron ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin û li Silêmaniyê jî dengê teqînan hatiye bihîstin.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku bi ser Îranê ve ye, berpirsyariya van çalakiyan girt ser xwe. Hate ragihandin ku wan di nava 24 saetên dawî de li dijî baregeh û berjewendiyên "dagirkeran" ên li welat û herêmê, 21 operasyonên leşkerî pêk anîne.
Hêjayî gotinê ye, ev êrîş wekî bersiveke tolhildanê li dijî operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên di 28ê Sibatê de hatine destpêkirin, pêk tên û Herêma Kurdistanê gelek caran dibe armanca van êrîşên terorîstî.