Li dijî malpera Mossadê, êrîs hat kirin!
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina rojnameya Yedioth Ahronothê, li ser malperên ajansa îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad û Ajansa Bîmeya Neteweyî ya Îsraîlê, êrîşên sîber hatine kirin.
Di nûçeya ku hat ragihandin de hat diyarkirin ku malperên gelek saziyên fermî yên Îsraîlê, rastî êrîşa sîber a koma hacker a bi navê "Sudana Anonîm" hatiye.
Li ser êrîşa navborî, Koma "Sudan Anonîm" li ser hesabê xwe yê telegramê got ku "Ev êrîş, amadekariya êrîşeke mezin e."
Tevî ku Mossad di derbarê mijarê de daxuyanî neda, Ajansa Sîgorteya Neteweyî ya Îsraîlê piştrast kir ku malpera wê ya fermî hatiye hackkirin.
Di nûçeya di 4ê Nîsanê de di rojnameya The Jerusalem Postê de hatibû weşandin de hatibû diyarkirin ku malperên zanîngehên pêşeng ên Îsraîlê rastî êrîşa sîber a koma hacker a bi navê “Sudana Anonîm” hatine.