TR KU SO
FB X
Cîhan

Li DYAyê helikopter ket, 3 kes mirin û 1 kes birîndar bû

Admin M
Nivîskar
📅 16 îlon 2026 15:40

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li bajarê Los Angelesê helîkoptera ku dixwest dîmenên qeza otobusekî bikşîne ket û di encamê de 3 kes mirin û kesekî birîndar bû.

Qeza, li bajarê Los Angelesê li wadiya San Fernando, li devera Chatsworthê seet li dora 18.57an de, bi wextê wê derê qewimî. Polîsê Los Angelesê, FAA û NTSB li ser qezayê lêpirsînê dikin.

Piştî li deverê helikopter ket, agir bi deverê ket. Îtfaiye agir vemirand û her sê cesedan ji helîkopterê derxistin. Kesê birîndar bû, wî birin nexweşxanê lê kesên can dan, heya niha nasnama wan aşkera nekirine.

Parve bike: